Dan û standinên Îran û Amerîkayê yên li ser çekên nukleer dê 15ê Hezîranê li Umanê berdewam bikin.
Hat ragihandin ku qonaxa şeşemîn a dan û standinên çekên nukleer ên Îran û Amerîkayê dê 15ê Hezîranê li Mesqeta paytexta Umanê pêk were.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de got:
"Tê plankirin ku qonaxa pêşiya me ya dan û standinên nerasterast ên Îran-Amerîkayê yekşema pêşiya me li Mesqetê pêk were."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi telefonê ya li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ragihandibû ku dan û standinên bi Îranê re dê 12ê Hezîranê pêk werin.
Dan û standinên Îran û Amerîkayê
Di pêvajoya dan û standinên li ser çekên nukleer heta niha li Mesqet û Romayê 5 caran hevdîtin hatine kirin.
Di dan û standinan de mijara dewlemendkirina uranyumê ya ji aliyê Tehranê ve wekî xala sereke ya nakokiyên her du aliyan derdikeve pêş.
Amerîkayê pêşniyara peymanekê pêşkêşî Îranê kiribû ku tê de daxwaza rawestandina hemû çalakiyên dewlemendkirina uranyumê jî hebû.
Îranê jî ragihandibû ku ew pêşniyara ku "xêzên wan ên sor" derbas dike qebûl nake û bersivek ji Amerîkayê re amade kiriye ku tê de pêşniyara wan heye.
Îran jî dixwaze di berdêla sînordarkirina bernameya xwe ya nukleer dorpêçên li serê bên rakirin.
Diyalog û asteng
Piştî 5 ger û gotûbêjên nûnerên Îran û Amerîkayê hîn jî gelek asteng mane.
Yek ji astengan ew e ku Washington ji Tehranê dixwaze dewlemendkirina uranyumê rawestîne, pêşniyar dike ku navendeke herêmî li derveyî Îranê uranyumê ji bo Tehranê dewlemend bike lê Îran vê red dike.
Tehran daxwaza rakirina yekser a hemû dorpêçên Amerîkayê dike ku ziyan daye aboriya wê lê Amerîka dibêje divê dorpêç qonax bi qonax bên rakirin.
Bi dehan dezgehên girîng ên aboriya Îranê, di nav wan de Banka Navendî û şirketa neteweyî ya neftê ji sala 2018an ve ketine lîsteya dorpêçên Amerîkayê.
Li gorî Washingtonê sedema wê jî "piştgirîkirina terorê û belavkirina çekan e."
Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve siyaseta "zexta herî zêde" li ser Îranê dîsa sepandiye û gefên bikaranîna çalakiyên leşkerî jî dike.