Bexda dixwaze ku hewldanên Fûad Masûm têkbibe!

Parlamenterê serbixwe yê Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê Adil Nûrî amaje bi vê yekê dike, li Bexdayê hewl tê dayîn ku hewldanên serokomarê Iraqê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexda bên têkbirin.

29.11.2017, Çar - 14:00

Bexda dixwaze ku hewldanên Fûad Masûm têkbibe!
Nuçe Belav bike

Adil Nûrî axaftinekî xwe de ragihand; ‘’Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û grubek dinav hikûmeta wî li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî her roj bi bahaneyekê ve pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê dirêj dikin û naha jî hewldanek cidî heye bo hewldanên serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bên têkbirin, ku serokomare Iraqê dixwaze aştiyekê ava bike.’’

Adil Nûrî herwiha got, dibe ew lijneya ku serokomar daniye bo çareseriya pirsgirêkan wekî xwe neyê bicîhanîn û astengî li pêş bên ava kirin, eger ez di cîhê serokomar da bam, di cîhê vê hewldanê min dê ji proseya siyasî ya Iraqê û ji erkê xwe dest jê berda ba, lê hewldanên wî yên naha ne xirab in û hewldanek başe, lê kartên ji vê bihêztir hebûn bihatana bikaranîn.

Adil Nûrî got, mixabin li Bexdayê hewldanek metirsîdar heye bo Kurdistan bê dorpêç kirin. Li hember vê hewldanê eger Amerîka û Netewên Yekbûyî neyên ser xetê dibe rewş xirabtir bibe. Ji ber Ebadî naha xwe pir di nepixîne û rastî xwe mezindîtina siyasî hatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 890 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x