Bexda li Kerkûkê bo darizandina Kurdan dadgeha leşkerî avakir!

Hat ragihandin ku Hikûmeta navendî ya Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina Kurdan dadgeheke leşkerî ku du endamên wê şieyên ereb û yek jî suniyê ereb e damezrand.

17.11.2017, Cum - 08:24

Bexda li Kerkûkê bo darizandina Kurdan dadgeha leşkerî avakir!
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina çavkaniyan, Hikûmeta navendî ya Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina Kurdan dadgeheke leşkerî ku du endamên wê şieyên ereb û yek jî suniyê ereb e damezrand. Li gorî îdîayan heta niha 500 dosya li hemberî hemwelatiyên kurd hatine amadekirin.

Berpirsê partiyên kurd dibêjin, desthilat ji destê rreb û tirkmenan jî derktiye û niha desthilata leşkeriyê hukmê Kerkûkê dike.

Berpirsê Komelê yê Kerkûkê Rêbaz Sabîr dibêje: "Desthilat li cem ereb û tirkmenan nîne, çimku ew desthilata ku li cem wan heye, bi navê hikûmeta Iraqê hukmê dike, ne bi navê pêkhateyek nav Kerkûkê, lê belê eger ew jî bi heman şêweyê hizir bikin, ew dê heman helwestê dubare bikin, ku hewla piştguhxistina ti aliyekê di qazanca ti aliyekê din de nîne."

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, hikûmeta navendî ya Iraqê li Kerkûkê ji bo darizandina welatiyên kurd dadgeheke leşkerî ku endamên wê ji şîe û ereban pêk tê ava kir û di derheqê 500 kesî de jî dosyea hatine amadekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 930 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x