Civîna Parlamentoya Iraqê ya derbarê budceyê de hat paşxistin

Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo dengdana li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo êvara îro hat paşxistin.

08.06.2023, Per - 14:05

Civîna Parlamentoya Iraqê ya derbarê budceyê de hat paşxistin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku, civîna Parlamentoya Iraqê ku biryar bû îro nîvro demjimêr 13:00 bê lidarxistin daku dengdan li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bê kirin, ji bo demjimêr 20:00ê îşev hat paşxistin.

Li gor zanyariyan, nûnerên aliyên beşdarî di Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê de duh Çarşemê civiyabûn û bi gotina berpirsekî Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahnegiyê, wan aliyan biryar dane ku di civîna îro ya parlamentoyê dengê Erê bidin projeyasaya budceyê û wê projeyê pesend bikin.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Tevgera Hîkme, Mihemed Husênî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “civîn bi beşdariya nûnerên hemp aliyan hat kirin ji bo gotûbêjkirina budceyê û nakokiyên li ser hene, ku heta êvarê dom kir.”

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkme, Hesen Cenabî jî ji Rûdawê re got, “di civînê de biryar hat dan ku roja 8ê Hezîranê di civîna parlamentoyê de, bi awayê ku parlamenter baş dibînin, deng li ser projeyasaya budceyê were dan.”

D. Selam Zubeydî, Berdevkê Hevpeymaniya Nesir jî ku Heyder Ebadî serokatiya wê dike, derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, “lihevkirinek derbarê hin bendên din ên madeya 14 de di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Partiya demorkata Kurdistanê de hatiye kirin û guhertin di herdu bendên taybet bi kompaniya SOMO û hinardekirina petrolê û hesabê bankê de hatiye kirin.”

Têkildarî guhertinên ku di madeyên budceyê yên eleqedarî mafên Herêma Kurdistanê de hatine kirin, ku madeyên 13 û 14 ên projeyasaya budceyê ne, Selam Zubeydî diyar kir: “Li gor zanyariyan, li ser piraniya mijaran lihevkirin hatiye kirin, tişta ku maye tenê çend bend mane, dibe ku ew jî di komîteya darayî de yan di dema dengdanê de were çareserkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê budceyê de dike. Di civîna xwe ya duh de, Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bang li hemû fraksyonên Kurdistanî yên di nav Parlamentoya Iraqê de kir, ku berevaniyê di ber mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x