Dadgeha Federal a Iraqê biryareke li ser Parlamentoya Kurdistanê taloq kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê rûniştina giliya li dijî dirêjkirina dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo 15ê Adarê heta tîma parêzerên parlamentoyê bersiva çend pirsên dadgehê û kesên ku gilî kirine paş xist.

08.02.2023, Çar - 06:57

Dadgeha Federal a Iraqê biryareke li ser Parlamentoya Kurdistanê taloq kir
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê duh Sêşemê bi amadebûna kanalên ragihandinê rûniştinek li ser gilîkirina li dijî biryara dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê pêk anî.

Serokê Dadgeha Bilind a Federal Casim Mihemed Ebûd guhdarî îdiayên dozger û parêzerên Parlamentoya Kurdistanê kir û piştre biryar da ku rûniştina dozê bo meha Adarê were paşxistin.

Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê Wirya Seadî ji Rûdawê re ragihand, “Taloqkirin ji bo bersivdana hin pirsên ku ji me hatine kirin e. Pirs li ser sedemên biryara parlamentoya Kurdistanê bo dirêjkirina dema xwe û amadekirina projeyasaya sererastkirina yasaya hilbijartinê ne.”

Wirya Seadî anî ziman, “Dadgeha Bilind a Federal di rûniştina xwe ya pêş de ne mimkûn e ku biryara dawî li ser îtîrazê bide û dê bersivên me bibihîze.”

Ew gilî ji aliyê Seroka Fraksiyona Nifşê Nû li Parlamentoya Iraqê Sirwe Ebdulwehîd ve hatiye tomarkirin, paşê bi sê giliyên din ên ku ji aliyê Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd û Serokê Fraksiyona Nifşê Nû li Parlamentoya Kurdistanê Kawa Ebdulqadir hatin yekkirin û roja 18.12.2022 yekem rûniştina wan giliyan hat kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:45:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x