Dadgeha Federal hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm dike

Dadgeha Bilind a Iraqê biryar da, Herêma Kurdistanê li ser çar herêmên hilbijartinê bê dabeşkirin. Herwiha biryara nedestûrbûna hejmara kursiyên kotayê da, bi vî awayî jî hejmara endamên parlamentoyê ji 111an dadikeve 100 endaman.

21.02.2024, Çar - 12:15

Dadgeha Federal hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê kêm dike
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Çarşemê li ser pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Çend biryarên Dadgeha Federalî derbarê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de:

- Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dê bi erkê birêvebirin û serperiştîkirina di xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li şûna Komisyona Rapirsî û Hilbijartinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rabe.

- ji bo xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar deverên hilbijartinê tê dabeşkirin.

- Hejmara kursiyên kotayê ku 11 kursî ne, tên hilweşandin û nedestûrî ne. Li gorî vê yekê, hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dê ji 111 dakevin 100 kursî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:09:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x