Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê têkildarî êrîşê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, çekdarên DAIŞê êrîşî hejmarek polîsên ser bi Fewca 3 a Lîwaya 20 a ser bi Firqeya 5 a Polîsê Federalî kirine.
Di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li navçeya Daqûqê li başûrê Kerkûkê, 4 kes ji hêzên Polîsê Federal ê Iraqê hatin kuştin û 4 polîs jî birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê têkildarî êrîşê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, çekdarên DAIŞê êrîşî hejmarek polîsên ser bi Fewca 3 a Lîwaya 20 a ser bi Firqeya 5 a Polîsê Federalî kirine.
Li gor Şaneya Ragihandina Emnî, êrîş li sînorê qezaya Daqûqê û li ser rêya serekî ya Daqûq-Kerkûkê çê bûye û di encamê de 4 polîsên Iraqê hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne.
Pêştir çavkaniyeke emnî yê Iraqî ragihandibû, li navçeya Komelgeha Ebûr li nêzîkî gundê Til Xêde li qezaya Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke hêzên Polîsên Federal ên Iraqê kirine.
Iraqê di sala 2017 de serkeftina xwe bi ser DAIŞê de ragihand, ku ji sala 2014ê ve nêzîkî yek ji sê yê axa wê kontrol kiribû. Tevî ku Iraqê serkeftina xwe bi ser DAIŞê de ragihandiye, lê belê şaneyên raketî û nihênî yên wê rêxistina tundrew careke din xwe rêxistin kirine û dest bi êrîşên xwe bo ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê kirine.
Bi taybetî çalakiyên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgehên wek Diyale, Selaheddîn, Kerkûk û Mûsilê zêdetir bûye, ku navçeyên nakok ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ne û ji sala 2017ê û piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve valahiyeke emnî li piraniya wan navçeyan çê bûye û hêzên pêşmerge li wan cihan nemane.
Di wan demên dawiyê de, Hewlêr û Bexda bo destpêkirina hevkariyên ewlehî li navçeyên nakok dest bi danûstandinan kirine û Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li hev kirine, ku çar navendên hevbeş ên hevahengiyê vekin, daku valahiya emnî ya li parêzgehên navborî nehêlin.