Dîplomatê Emerîkî: Me li Iraqê di bihayê Dolarê de destwerdan nekiriye

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski ragihand, Amerîkayê di siyaseta darayî de û diyarkirina bihayê Dolarê li hember Dînarê destwerdan nekiriye û tenê wisa kiriye ku rêgirî li spîkirina pere û biqaçaxbirina Dolaran bike.

24.01.2023, Sal - 15:38

Dîplomatê Emerîkî: Me li Iraqê di bihayê Dolarê de destwerdan nekiriye
Nuçe Belav bike

Alina Romanowski ji televîzyonekê re ragihandiye, Amerîkayê hewl daye sîstema bankî ya li Iraqê pêş bixe û bi bankayên cîhanî ve girê bide.

Romanowski destnîşan kiriye, Amerîkayê bi hevahengiya Banka Navendî ya Iraqê, rêgirî li spîkirin û biqaçaxbirina Dolaran ji Iraqê bo derve, kiriye.

Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê eşkere kir, ev rêkar beriya du salan ji aliyê bankayên Iraqê ve hatiye meşandin, bi awayekî ku rêkeftin di navbera Banka Federal a Amerîkayê û Banka Navendî ya Iraqê de heye, herwiha ew bi berdewamî çavdêriya rewşê dikin û ligeş Banka Navendî ya Iraqê di hevahengiyê de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:15:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x