Ebadî: Me ji Tirkiyê re mijara neftê de lihevkir!

Serokwezîrê Iraqê Ebadî daxûyand ku di danustandina neftê de em ji Tirkiyê re lihev hatin û Tirkiyê wê tenê Bexda bike muhatap.

28.09.2017, Per - 07:59

Ebadî: Me ji Tirkiyê re mijara neftê de lihevkir!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim re hevdîtina xwe ya ku rêya telefonê de pêkaniye de li ser mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê axivî. Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: \"Yildirim piştgiriya hemû mueyîdeyên hikûmeta Bexdayê ya li hemberî Hewlêrê dike.\"

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiyê, di mijara îxracata petrolê de jî wê Enqere tenê hikûmeta navendî ya Bexdayê muxatab bigre. Lê di daxuyaniyê de behsa sewkiyata petrola Herêma Kurdistanê nehat kirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê di axaftina xwe de gotibû: \"Herêma Kurdistanê ji vir û pê ve dê bi kîjan rêyan û çawa bifroşe? Vana di destê me de ye. Dema ku em vanê bigrin ev mesele diqede.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x