Ebadî: Em qebûl nakin PKK li nav Iraqê de çek hilde

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bang li PKKê kir bi temamî ji Şingalê derkeve û ragihand, ew rê nadin ji nav axa Iraqê ve êrişî welatên cîran bê kirin.

11.04.2018, Çar - 08:13

Ebadî: Em qebûl nakin PKK li nav Iraqê de çek hilde
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser vekişîna PKKê ji Şingalê ragihand, hikûmeta Iraqê ji PKKê re gotiye ku divê bi temamî ji Şingalê derkeve.

Heyder Ebadî da xuyakirin, Iraq rê nade ji nav axa Iraqê ve êrişî welatên cîran bê kirin ji ber wê jî nabe PKK li nav Iraqê de çekdar be. Eger wek penaber dimînin tiştek nabe lê em qebûl nakin li nav Iraqê de li dijî welatekî din çek hildin.

Ev di demekî de ye ku PKKê beriya niha ragihandibû, ew bi temamî ji Şingalê vekişiyane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:32:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x