Eniya Tirkmenî ya Iraqê ragihand ku daxuyaniyên Serokomarê Iraqê yên derbarê Kerkûk û Madeya 140'ê de bi alîgiriya partiyî ne û ew bi hemû awayî qebûl nakin Fûad Mesûm di çareserkirina pirsgirêkan de rol bilîze.
Eniya Tirkmenî ya Iraqê derbarê mijarê de daxuyanî de tê de eşkere kir ku: "Fûad Mesûm Serokê hemû Iraqiyan e ne ku ya partiyekê yan jî neteweyekê ye. Daxuyaniyên wî yên, ku dibêje cîbicî nekirina Madeya 140'an bûye sedema paşve xistina hilbijartinan di demekê de ye, ku xelkê Kerkûkê di 14 salên derbasbûyî de di destê fermanrewatiyekê dinale, ku ti ciyawaziya wê fermanrewatiyê bi hikmê Beesa Saddam nebûye. Bi guhertina demografiyê, hejmara nîştecihên Kerkûkê ji 850 hezaran derketiye milyonek 650 hezar kesan."
Herwiha Eniya Tirkmenî derbarê partiyên Kurdî yên Kerkûkê jî îddia dike ku, "Em xelekên kuştin, terorkirin û revandinên di vê heyama reş a dîroka Kekrûkê de tînin bîra Serokomarê Iraqê, ku nîştecihên Kerkûkê ji aliyê dezgehên daplosîner ên partiyên Kurdî ve rûbirûyê van kiryaran bûne."
Eniya Tirkmenî di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku, "Piştî daxuyaniyên birêz Fûad Mesûm em bi hemû awayî red dikin, ku di çareserkirina pirsgirêka navçeyên têkelbûyî de rol bilîze."