Fûad Masûm bo hevdîtina çend mijarên girîng hat Kurdistan!

Hat ragihandin ku Serokomarê Kurd ya Iraqê Fûad Masûm jiber hevdîtinên liser çend mijarên girîng ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêkbîne gehiştiye Silêmaniyê.

25.11.2017, Cts - 11:01

Fûad Masûm bo hevdîtina çend mijarên girîng hat Kurdistan!
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Serokomar Fûad Mehsûm ji bo sê mijaran serdana Silêmanî û Hewlêrê dike. Mijarek rewşa nav YNK'ê û pirsgirêkên vê partiyê ne, mijara duyemîn rewşa Kerkûkê û çareserkirina vê rewşê ye û ya sêyemîn jî nirxandina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.”

Derbarê serdana xwe de Fûad Mehsûm jî ji medyaya YNK'ê re ragihandiye, ku hemû ev mijar bi hev ve girêdayî ne û hêviya çareserkirina wan aniye ziman.

Serokomarê Iraqê herwiha diyar kiriye, ji bo çareseriyê ew dê hemû hewl û desthilata xwe bikar bîne û gotiye: “Niha rewş ber bi başbûnê ve diçe.”

Aliyek din li gor nûçeya çapemeniya Iraqê jî, îro Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ji bo serdanekê geheştiya Silêmaniyê. Herwaha berî malpera fermî ya YNK'ê jî ragihandibû ku, Serokomar gehiştiya Silêmaniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x