Fûad Masûm derbasî Hewlêrê bû

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm hate Hewlêrê û biryare li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bicive.

28.11.2017, Sal - 09:59

Fûad Masûm derbasî Hewlêrê bû
Nuçe Belav bike

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm îro Sêşem 28-11-2017, bi serdaneke fermî gihişte Hewlêrê.

Mehsûm dê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro bicive. Herwiha biryare roja Çarşemê 29-11-2017, li gel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hevdîtinê bike.

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê, Ebdullah Elyaweyî derbarê naveroka hevdîtinan de ragihand: “Mijara destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê dê were gotûbêjkirin. Çimkî parêzgariya Kerkûkê para kurdan e. Heta niha jî alî li ser vê yekê negihiştine rêkeftinekê.”

Elyaweyî herwiha da zanîn, ku mijareke din jî yekxistin û yekgotariya Herêma Kurdistanê ye ji bo danûstandinên li gel Bexdayê.

Fûad Mehsûm roja 25'ê Mijdarê ji bo gotûbêjkirina rewşa nav YNKê, pirsa Kerkûkê û pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê de serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Mehsûm piştî hevdîtinên li Silêmaniyê, duh jî çûbû Kerkûkê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1069 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:16:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x