Fûad Masûm dixwaze helwesta Bexdayê were guhertin

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, hevdîtinên xwe berdewam dike.

03.12.2017, Paz - 09:35

Fûad Masûm dixwaze helwesta Bexdayê were guhertin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, piştî vegera ji Herêma Kurdistanê, hewl dide di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêya diyalogê veke. Lê Berpirsê Dosya Kurd li Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan dibêje: “Heta niha ti pêşketinek nîne, çimkî Bexda li ser mercên xwe bi rijd e.”

Di vê derbarê de Berpirsê Dosya Kurd li Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan Ebdullah Zeydî jî ragihand, ku bi tevê hewldanên Serokomar, ti pêşketinek nîne.

Ebdullah Zeydî got: “Çimkî Bexda bi rijd e li ser mercên xwe, ku bi zelalî dixwaze encamên referandûmê werin hilweşandin û pabendê destûrê bin.”

Li ser rewşa Kerkûkê jî Zeydî amaje bi wê yekê kir, ku ji bo birêvebirina bajêr pêwîstî bi nexşerê û rêkeftineke hevbeş a di navbera Hewlêr û Kerkûkê de heye lê got, ku ev yek jî bêyî destpêkirina diyalogan pêk nayê.

Her wiha wekî tê zanîn ku Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, hefteya borî ji bo guftugoya di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha çareserkirina rewşa Kerkûkê, serdana bajarên Silêmanî, Kerkûk û Hewlêrê kiribû û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî hevdîtin pêk anîbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x