Fuad Mehsûm: Hewlêr û Bexda ber bi rêyeke asayî kirina rewşê diçin!

Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm aşkere dike, hevdîtinên veşartî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û her du alî ber bi rêyeke asayîkirina pirsgirêkan diçin.

04.04.2018, Çar - 08:02

Fuad Mehsûm: Hewlêr û Bexda ber bi rêyeke asayî kirina rewşê diçin!
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm di hevdîtinekê ligel rojnameya “Heyat” çapa Londonê de ragihand, peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de vegeryane rêyên asayî û hevdîtin bi awayek veşartî û dûr li çavên çapemeniyê tên kirin.”

Herwaha ragehand: “Şandeyên her du aliyan serdana hev dikin. Hewlêr û Bexda pêwîstiya wan bi hev heye, ne Herêma Kurdistanê dikare dest ji Iraqê berde û ne Iraq dikare dest ji herêmê berde. Berjewendiyên wan yên hevbeş bi hev hene.”

Fuad Mehsûm diyar kir, Bexdayê birek ji mûçeya wezaretên tenduristî û perwerdê şande Herêma Kurdistanê û ew jî gaveke baş e.

Li ser gefên Tirkiyê yên li ser Şingalê, Serokomarê Iraqê got, piştî vekêşîna PKKê ji wê deverê, nabe Tirkiye bê nava xaka Iraqê. Û got, tirsa dubarebûna senaryoya Efrînê li Şingalê jî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:14:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x