Hakan Fîdan û Serokkomarê Îraqê civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd civiyan.

23.08.2023, Çar - 13:40

Hakan Fîdan û Serokkomarê Îraqê civiyan
Nuçe Belav bike

Hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên bi rayedarên Îraqê re berdewam dikin.

Hakan Fîdan ku doh bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê civiya, îro jî ji aliyê Serokkomarê wî welatî Ebduletîf Reşîd ve hat qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di hevdîtina Hakan Fîdan û Ebduletîf Reşîd de zêdekirina bazirganiya dualî, têkoşîna dijî terorê û ava bi sînorê herdu welatan re derbas dibe, hatin gotûbêjkirin.

Ebduletîf Reşîd got, “Em ê dosyaya bazirganî, jîngehparêzî, av û enerjiyê bi awayê di berjewendiyên hevpar ên gelên Îraq û Tirkiyeyê de pêk bînin.”

Hakan Fîdan tekezî li ser wê yekê kir, ku Tirkiye amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û got:

“Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber kêmbûna avê ya li Îraqê bi berdewamî li pey peydakirina çareseriyekê ye.”

Wezîrê Karên Derva Fîdan doh ji bo serdana fermî çûbû Bexdayê û bi hemtayê xwe yê Îraqê Fuad Husên civiyabû.

Fîdan dê li Bexdayê hevdîtinên xwe bidomîne û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî jî bicive.

Fîdan herwiha dê li Bexdayê bi nûnerên civaka Tirkmen re jî hevdîtinê bike.

Biryar e Fîdan piştî hevdîtinên li Bexdayê were Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê jî bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x