Heftiya bê projeyasaya budceya 2023yê ya Iraqê dê ji Encûmena Wezîran re bê şandin

Endamekî lijneya darayî li Parlamentoya Iraqê aşkera dike, reşnivîsa projeyasaya budceya sala 2023yê ya Iraqê ber bi dawiyê ve diçe û heftiya bê dê ji Encûmena Wezîrên Iraqê re bê şandin.

09.01.2023, Pts - 11:50

Heftiya bê projeyasaya budceya 2023yê ya Iraqê dê ji Encûmena Wezîran re bê şandin
Nuçe Belav bike

Îro 09.01.2023yê endamê lijneya darayî li Parlamentoya Iraqê Mihemed Nûrî ragehand: ‘’Wezareta darayî reşnivîsa projeyasaya budceya sala 2023yê ber bi dawiyê ve diçe. Pêwîste hin xalên din ên nû lê bên zêde kirin û budceya darayî bê dabîn kirin bo fermanberên bi peyman û piştre bûn daîmî ango kadro li wezaret û saziyên din ên hikûmetê de.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Sedî 95ê karên amade kirina projeyasaya budceya 2023yê temam bûye û kêm maye ku ji Encûmena Wezîran re bê şandin û budceya sala 2023yê ya Iraqê zêdetir ji 140 trîlyon dînare û vê heftiyê nayê şandin, lê heftiya bê Wezareta Darayî dê reşnivîsê bişîne Encûmena Wezîrên Iraqê.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x