Heşdî Şeibî rojane 250 tanker nefta Kerkûkê dibe Îranê!

Li gorî ragihandinan, piştî dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê Heşdî Şeibî ve, naha ew çekdarane nefta Kerkûkê bi awayê talan dibin bo Îran ê.

08.11.2017, Çar - 09:48

Heşdî Şeibî rojane 250 tanker nefta Kerkûkê dibe Îranê!
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ku BasNewsê de cih digire tê gotin ku çekdarên Heşdî Şeibî li bîrên neftê yên Zembûr û Baba ku dikevin sînorê bajarokê Taze ya ser bi Kerkûkê, rojane bi tanker neft jê derdixin û dibin bo Îranê.

Her wiha berî niha hatibû eşkere kirin ku li sînorê bajarokê Taze berpirsên rêxistina Bedir ên ser bi heşdî şeibî bi tankeran neftê dibin ber bi Îranê ve.

Ji berpirsên baskê sê yê PDK\'ê li Kerkûkê Kawe Ehmed ragihand: ‘’Niha rêkirina neftê li bîrên nefta Havana û Bay Hesen rawestiyane, berê çekdarên terorîstên DAIŞ\'ê bîrên nefta hejmara 121 a li sînorê Kerkûkê teqandibûn û ji ber wê jî agir girtibû, lê duh 07.11.2017ê ew agir hate temirandin.’’

Herwaha got: ‘’Hikûmeta Iraqê rojane 150 hezar bermîl neftê ji bîrên nefta Zembûr û Baba rêdike bo derve.’’

Berdevkê Encûmena Rêveberiya PDK\'ê li Kerkûk-Germiyan Ednan Kerkûkî jî ragihand: ‘’Çekdarên Heşdî Şeibî rojane 250 tankerên neftê ku her tankerek 36 hezar lître neftê radikin, li komên neftxaneyên Keywan a li sînorê Kerkûkê ve, bi rêya sînorê Başmaxê ve rêdike Îranê.’’

Herwİha got: ‘’Beşek ji dahata wê neftê birina bo Îranê ji gruba îxanetkar a 16ê cotmehê re diçe, ji ber Kerkûk û navçeyên Kurdistanê radestî Heşdî Şeibî kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:19:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x