Heşda Şeibî çekên giran radest dike...

Tevgera Nuceba ya Heşda Şeibî biryar daye piştî têkbirina DAIŞê çekên xwe yên giran radestê artêşa Iraqê bike.

24.11.2017, Cum - 09:51 [ Güncellenme: 24.11.2017, Cum - 09:55 ]

Heşda Şeibî çekên giran radest dike...
Nuçe Belav bike

Berdevkê Tevgera Nuceba ya Heşda Şeibî Haşim Mûsewî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Çekên giran ên di destê me de yên hikûmeta Iraqê ne. Em jî ne planger û tevlîhevkar in. Em naxwazin di nava dewletê de bibin dewleteke din û li hember hêzekî bisekinin.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Mûsewî diyar kir: “Heşda Şeibî di bin fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê de ye. Çi dema şer xilas bû û serkeftina dawîn hate ragihandin, wê demê biryara yekem û ya dawîn di destê wî de ye. Ew çi biryarê bide em pabend dibin.”

Her wiha beriya niha jî Berdevkê Artêşa Iraqê General Yehya Resûl gotibû: “Çekên giran ên di destê Heşda Şeibî de yên artêşê ne. Li gel xilasbûna şer dê hemû çekan careke din radestê artêşê bikin.”

Ev helwesta Tevgera Nuceba di demekê de ye, ku di nîvê meha Mijdarê de Kongresmanê Komariyan a Amerîkayê Ted Poe projeyek êşkeşî kongresê kiribû û daxwaz kiribû, ku navê Tevgera Nuceba bikeve nav Lîsteya Terorê de.

Li gorî pêşniyara wî senator, eger bibe yasa, ji bo cezakirina vê grûba mîlîsî, 90 roj dem datînin peşiya rêveberiya Trump.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:39:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x