Hêzên pasevaniyê li ser rewşa sînoran zanyarî dan

Tîma Kurdistan24ê çû xala herî dawî ya sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê yê li Hacî Omeran û hêzên pasevaniya sînor li ser rewşa navçeyê zanyariyan eşkere dike

01.12.2022, Per - 08:29

Hêzên pasevaniyê li ser rewşa sînoran zanyarî dan
Nuçe Belav bike

Fermandarê Lîwaya Du ya Pasevaniya Sînor a ser bo Wezareta Navxwe ya Iraqê Goran Salih ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Erkê me li ser xala sifir a li navçeya Hacî Omeran e, rewş aram e û ti tiştek li holê tune ye, em çavdêrîkirin û rêgirtina li her karekî neyasayî didomînin.”

Goran Salih destnîşan kir: “Xala pasevaniya sînor a Îranê li hember xala me ye, li ser sînor ti kêşeyek tune ye.”

Çar meh in pasevaniya sînor a Iraqê bi danîna xala serbaziyê li sêgoşeya sînorê Iraq, Tirkiye û Îranê ve mijûl in.

Berdevkê Navçeya Yek a Pasevaniya Sînor Karwan Xoşnaw diyar kir: “Lîwaya Du ya Pasevaniya Sînor sê xalên girîng ên serbazî li ser Çiyayê Kodo danîne, ku li hember xalên sînorî yên pasevaniya sînor a Komara Îslamî ya Îranê ye, niha li wê derê kelha serbazî jî ji bo hêzên pasevaniya sînor hatiye dirustkirin.”

Li gor Karwan Xoşnaw, karê hêzên wan rêgirtina li qaçaxî, derbaskirina sînor û zanyariyên îstixbaratê ye.

Di nava çar mehên borî de Pasevaniya Sînor a ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê, nêzîkî 40 xalên serbazî yên herdemî li navçeyên sînorî yên Iraqê yên ligel herdu welatên Tirkiye û Îranê danîne, li gor gotina berpirsên wê hêzê, ti liv û tevgera serbazî li sînor tune ye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x