Hikûmeta Iraq ji Hewlêr daxwaziyek sosret kir!

Hat ragihandin ku Rêvebirê ofîsa avahî û zeviyên Iraqê Ehmed Rubeî daxwaz dike ku Herêma Kurdistanê avahiyên hikûmî yên serdema Seddam teslîmî Bexdayê bike.

28.11.2017, Sal - 06:51

Hikûmeta Iraq ji Hewlêr daxwaziyek sosret kir!
Nuçe Belav bike

Rêvebirê ofîsa avahî û zeviyên Iraqê Ehmed Rubêî di axaftina xwe de got: "Gelek milk û avahiyên hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistan hene, lê ew ne di bin destê hikûmeta Iraqê de ne, lewra Bexda bizavan dike wan avahiyên hikûmî ji Herêma Kurdistanê bistîne."

Hêjayî gotinê ye ku piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, rêvebirên hikûmeta Iraqê dest bi dorpêça li ser Herêma Kurdistanê kir û ji xeyrî êrîşên serbazî li ser navçeyên Kurdistanî, çendîn biryarên din jî li dijî Herêma Kurdistanê derxist. Herwiha li gorî nêrîna beşek ji çavdêrên siyasî biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê ne destûrî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:00:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x