Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re dişîne

Hikûmeta Iraqê biryar da ku 400 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

11.06.2023, Paz - 17:29

Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re dişîne
Nuçe Belav bike

Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa îro 11ê Hezîrana 2023an ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku 400 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

Faris Îsa da zanîn, ev pere dê wek deyn ji Herêma Kurdistanê re bê şandin û piştî pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê, dê mehane ji pişka Herêma Kurdistanê were birîn.

Şandina vê birê pereyan di demekê de ye, Parlamentoya Iraqê roja 6ê Hezîrana 2023an maddeya 12 ya projeyasaya bûdceyê pesend kir ku tê de pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya sedi 12.67 hatiye destnîşankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:07:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x