Piştî bûyera 16ê Cotmehê û çûna artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên din, grûbeke çekdarên nenas ku hejmara wan derdora 500 kesan bû di navbera Xurmatû û Kelarê de li derdora bajarokê Zinane bicîh bibûn.
Hinek kesan îdîa kiribûn ku ew milîtanên DAIŞ'ê ne, lê hinek kesan jî digotin ku ew çekdarên grûbeke nû ne û li dijî hikûmeta Iraqê kar dikin. Berpirsê Malbenda 16 a Hemrînê ya YNK Mela Kerîm Şukur ragihand ku şevên derbasbûyî piraniya wan çekdarên nenas herêm bicîh hiştine û çûne.
Li gorî daxuyaniya berpirsê YNK'ê yê Hemrînê, ew çekdarên nenas li gundên Şora, Pelkaneya Xwarê û Pêlkaneya Jorê û Qurê Çay bicîh bibûn. Lê piraniya wan ber bi parêzgeha Diyala û navçeyên bin kontrola hikûmeta Iraqê ve çûne.
Her wiha berpirsekî din ê YNK'ê li Xurmatûyê Reîs Kemal dibêje: "Berê agahiya me ji vê hêzê hebû. Bi nêrîna me ew paşmayiyên DAIŞ'ê ne. Piştî 16'ê Cotmehê hejmara wan zêdetir bû. Nêzîkî 5 yekîne ne û çekê wan ê giran jî hene."
Hêjayî gotinê ye ku ji xeyrî vê hêza nenaskirî, hêzekî din a xwebexş a Pêşmerge yê bi navê Rizgariya Nîştîmanî li derdora Xurmatû bicîh bûye û endamên vê hêzê ew kes in ku mal û milkên wan li Xurmatûyê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye desteserkirin, talankirin an jî şewitandin.