Iraq: Çarçoveya Hemahengiyê Sûdanî wek berbijêrê serokwezîrtiyê destnîşan kir

Li Iraqê partiyên di nav Çarçoveya Hemahengiyê ya ku ji Şîayan pêk tên biryar dane ku Mihemed Şiya Sûdanî ji bo serokwezîrtiya Iraqê wek berbijêr destnîşan bikin.

25.07.2022, Pts - 14:56

Iraq: Çarçoveya Hemahengiyê Sûdanî wek berbijêrê serokwezîrtiyê destnîşan kir
Nuçe Belav bike

Parlamentera Çarçoveya Hemahengiyê Aliye Nuseyif li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan Mihemed Şiya Sûdanî ji bo serokwezîrtiya Iraqê wek berbijêr destnîşan kiriye.

Endamê Çarçoveya Hemahengiyê Fadî Şemmerî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke bi heman rengî parve kir.

Pêvajoya avakirina hikûmetê li Iraqê

Tevî ku meh bi ser hilbijartinên giştî yên sala borî yên Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas bûbin jî heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Li gorî qanûnên Iraqê, berî ku berbijêrê serokwezîriyê erka avakirina hikûmetê werbigire, divê parlamento serokomar hilbijêre.

Berbijêrê serokwezîriyê yê ku erka avakirina hikûmetê digire ser xwe, divê herî dereng di nava 30 rojan de hikûmetê ava bike.

Li gorî lihevkirina siyasî ya ku piştî sala 2003an li Iraqê, serokomar ji nav Kurdan tê hilbijartin.

Mihemed Şiya Sûdanî kî ye?

Mihemed Şiya Sûdanî di sala 1970an de ji dayik bûye. Beşa kiştûkaliyê qedandiye û mastera xwe jî di birêvebirina projeyan de temam kiriye. Serkirdeyekî berê yê Partiya Dawayê ye. Baasê bav û 5 endamên malbata wî bidarvekirine.

2005 – 2009 Endamê Encûmena Parêzgeha Mîsan

2009 – 2010 Parêzgarê Mîsan

2010 – 2014 Wezîrê Mafên Mirovan

2014 – 2018 Wezîrê Kar û Karûbarê Civakî

2018 – 2021 Parlamenter

Mihemed Şiya Sûdanî zewicî ye û 5 zarokên wî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 557 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:26:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x