Iraq: Di xwepêşandanan de 3 kes hatin kuştin

Li bajarê Nasiriye yê Iraqê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî û pevçûn derket, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

08.12.2022, Per - 08:05

Iraq: Di xwepêşandanan de 3 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ji ber tunebûna xizmetguzariyan û daxwaza xwepêşanderan a li ser azadkirina çalakvanekî, îro Çarşemê 7ê Kanûna 2022yan, li bajarê Nasiriye yê Iraqê xwepêşandan dest pê kir.

Malpera Kurdistan24ê ragihandiye li Nasiriye xwepêşandan dest pê kir û xwepêşander daxwaza azadkirina çalakvan Heyder Zeydî dikin, alozî û pevçûn jî dirust bûye, di xwenpêşandanan de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Herwiha diyar kir, xwepêşandan li navçeya Behû ya Nasiriye birêve çû û çend otomobîlên hêzên ewlehiyê ji aliyê xwepêşanderan ve hatin şewitandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:14:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x