Iraq: Ji bo pêdiviyên navxweyî em dikarin 150 hezar bermîl petrol ji Kurdistanê werbigirin

Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Darayî agahdar kir ku wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotine, ew dikarin di navbera 120 heta 150 hezar bermîl nefta Herêma Kurdistanê, ji bo bikaranîna navxweyî werbigirin, di demekê de ku li gor yasaya budcê divê 400 hezar bermîl radestî Bexdayê bê kirin.

28.06.2023, Çar - 19:25

Iraq: Ji bo pêdiviyên navxweyî em dikarin 150 hezar bermîl petrol ji Kurdistanê werbigirin
Nuçe Belav bike

Li gor zaniyariyên Rûdawê ji Wezareta Petrolê ya Iraqê wergirtiye, Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî nivîseke fermî daye Wezareta Darayî ya Iraqê û tê de dibêje, li ser binemayên yasayî ya budceya Iraqê, divê Herêma Kurdistanê 400 bermîl neft bi nirxê 70 dolar ji bo her yek bermîlekê û her yek dolar bi 1300 dînarî radestî Bexdayê bike û dahata wê weke beşek ji xezîneya dewletê serederî ligel bê kirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê di nivîsa xwe de dibêje, hinardekirina petrola Herêma Kurdisanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê hîn jî rawestiyaye, wan ji berpirsên Herêma Kurdistanê re gotine ku ew dikarin rojane ji 120 heta 150 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bikin.

Piştî biryara Dadgeha Hakemê ya Parîsê, hinardekirina petrola Kurdistanê bo Ceyhanê hate rawestandin. Beriya niha rojane 400 hezar bermîl petrol ji Kurdistanê dihat hinardekirin.

Li gorî yasaya budceya federal a Iraqê ku ji 26ê Hezîranê ve ketiye warê cîbicîkirinê, Herêma Kurdistanê pêwîst e rojane 400 hezar bermîl petrol ji bo hinardekirinê û bikaranîna navxwe radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê bike.

Para Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî ya Iraqê de ji sedî 12.67 e ku 16.6 trîlyon dînarên Iraqî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x