Xwepêşander û alîgirên Sedir li sê deriyan ve hewla ketina navçeya Kesk didin û piştî di navbera wan hêzên ewlehiyê de alozî derket, heta naha xwepêşandarekî jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.
Îro 30.07.2022yê xwepêşander û alîgirên Muqteda Sedir ber bi navçeya Kesk ve rêketin û gefa ceza kirina gendelkaran û dest danîna ser binke û saziyan dixwin.
Hêzên ewlehiya Iraqê jî ji bo rêgirtin li xwepêşanderan, bi gaza rondikrêj û bombeyên dengî ve dixwaze xwepêşanderan rawestîne. Herwaha çend çekdarên bi maske û nenas jî li ser avahiyên bilind ve gule li xwepêşanderan berdan û ji ber wê jî xwepêşandarek hate kuştin û hin xwepêşander jî birîndar in.’’