Serokê Lijneya Asayiş û Bergeriyê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kir ku “destdirêjiya Tirkiyê bo ser xaka Iraqê çareser bike, çimkî Iraq rê bi ti welatekê nade ku serweriya wê binpê bike û axa wê topbaran û bombebaran bike.”
Serokê Lijneya Asayiş û Bergeriyê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder ragihand ku li gor rêkevtinên pêştir hatine encamdan Tirkiye tenê dikare 5 heta 7 kîlometreyan bikeve nav sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê, lê niha bi kûrahiya 15 kîlotmereyan sînor derbas kiriye û ew dever dagir kirine.
Serokê Lijneya Asayiş û Bergeriyê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kir ku “destdirêjiya Tirkiyê bo ser xaka Iraqê çareser bike, çimkî Iraq rê bi ti welatekê nade ku serweriya wê binpê bike û axa wê topbaran û bombebaran bike.”
Mihemed Reza El Heyder amaje kir ku ew rê bi ti grûpeke çekdar nadin xaka wan ji bo êrişkirina ser welatên cîran bikar bînin û got: “Iraq çawa rê pê nade ku welatekê destdirêjiyê li xaka wê bike, herwiha rê nade ti hezêke çekdar jî bo êrişê xaka wê bikar bîne.”
Tirkiye bi dirêjahiya nêzîkî 50 kîlometran û kûrahiya nêzîkî 30 kîlometran li hin navçeyan derbasî nav sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê bûye.
Ji dema operasyona Çengê Piling ve ku artêşa Tirkiyê di roja 17ê Hezîrana îsal de bi hinceta hebûna baregehên PKKê destpê kir, artêşa Tirkiyê bingehên xwe yên serbazî li 12 cihên stratejîk ên sînorê qezaay Zaxoyê danîne.
Tirkiye roj bi roj hewl dide bêtir derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bibe. Eger operasyona artêşa Tirkiyê li deverê berdewam bike, metirsî heye ku bi dehan gundên sînorî yên li herdu qezayên Zaxo û Amêdiyê bêne valakirin.
Wezareta Derve ya Iraqê, pêştir Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrişa vê dawiya ya Tirkiyê, bo wezaretê bang kiribû û bi rêya wî hişyarî dabû Tirkiyê.
Wezareta Derve ya Iraqê “liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Iraqê li dijî rêkevtin û hiqûqa navnetewî û peywendiyên dostane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê” pênase dike û ew êrişên Tirkiyê şermezar kirine.
Iraqê ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku operasyonên leşkerî yên yekalî demildest rawestîne û gotibû: “Hikûmeta Iraqê amade ye di warê parastina ewlehiyan sînoran de hevkariyê bike.”