Iraqê bi fermî daxwaza vekişîna artêşa Tirkiyê kir

Wezareta Derve ya Iraqê bi fermî Balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir û nameya nerazîbûnê radest kir û daxwaz kir ku demildest hêzên xwe vekişîne.

22.07.2022, Cum - 06:49

Iraqê bi fermî daxwaza vekişîna artêşa Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyekê ragihand, bi fermî nameya nerazîbûnê radestî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Ali Riza Guney hat kirin û ji Tirkiyê hat xwestin ku demildest hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Li gor daxuyaniyê, ji ber topbarankirina gundê Perexê yê li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê, ku bûye sedema şehîdbûna 9 welatiyan û birîndarbûna 29 kesan, Bexda nameyeke tund a nerazîbûnê radestî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê kir û tê de ew êrîş şermezar kir, herwiha hat xwestin ku binpêkirinên berdewam ên Enqerê yên li nav axa Iraqê bi dawî bibe.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:51:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x