Hewlêr derbarê petrolê da bersiva Bexdayê da

Li hemberî xwestina Hikûmeta Iraqê radestkirina çavkaniyên petrolê ya Herêma Kurdistanê ji Hewlêr bersiv hat.

08.11.2017, Çar - 13:29

Hewlêr derbarê petrolê da bersiva Bexdayê da
Nuçe Belav bike

Di derbarê,xwesteka Bexdayê ji bo kontirolkirina petrola Herêma Kurdistanê, Wezareta Samanên Sirûştî vê yekê zelal dike, li gor benda 115 û 121 yên destûrê Iraqê, yasayên Herêma Kurdistanê karbidest ji bilî wan yasayan nebe yên ku girêdayî desthelata rewa ya hikûmeta federal in, ku di benda 110 hatiye û ti behsek li ser çewaniya birêvebirina petrolê di wê bendê de ne hatiye.

Wezareta Samanên Sirûştî tekeziyê li ser wê yekê dike ku ji bilî hikûmeta federal, desthelata Herêma Kurdistanê jî di birêvebirina petrolê de heye, wek wezaret dibêje, ji ber vê divê sektora petrolê bi hevbeşî were birêvebirin.

Herwiha Wezareta Samanên Sirûştî dipirse jî, gelo hikûmeta Iraqê amadeya heqdestê kompaniyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bide û dibêje jî, eger Iraq amade nebe wan heqdestan bide, gelo kompaniyayên petrolê dê amade bin bê beramber berdewam bin li ser berhemanîna petrolê.

Di tiwîteke din a xwe de radigihîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çendîn salên dahatû di çarçoveya firotina pêşwext de ligel kiryaran rêkeftiye, gelo Bexdayê hizir di derencamên yasayî yên vê çendê de kirine?

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1171 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x