Ji Iraqê derbarê Kampa Mexmûrê daxuyanî

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê red kir ku hêzên Iraqê êrîşî Kampa Mexmûrê û penaberên di nav kampê de kiribin û got, tedbîrên ku hatine girtin ji bo parastina şêniyên kampê bûn.

22.05.2023, Pts - 05:46

Ji Iraqê derbarê Kampa Mexmûrê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê roja Yekşemê 21ê Gulanê derbarê rewşa Kampa Mexmûrê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de, Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê red dike ku hêzên Iraqê êrîşî Kampa Mexmûrê kiribûn û zanyariyên ku derbarê wê yekê de belav bûne, wek “derew” bi nav kir.

Li gor daxuyaniy, li Kampa Mexmûrê hin tedbîr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine girtin ku ji bo “parastina penaberan” bûye.

Şaneya Emnî ya Iraqê dibêje: “Hin kes bi awayekî neyasayî tevdigerin ku zirarê dide aramî û aştiya li welat û peywendiyên Iraqê ligel welatên navçeyê.”

Roja Şemiyê şandeke Iraqê ku ji rayedarên wezaretên Navxwe û Berevaniyê yên Iraqê pêkdihat, bi wesayîtên zirxî, hêzên taybet û polîsan serdana Kampa Mexmûrê kirin û çend pêşniyar dane berpirsên kampê û ji wan xwestin ku bersivê bidin wan.

Beşek ji şêniyên kampê li dijî zexta hikûmeta Iraqê xwepêşandan kirin.

Nûnera Encûmena Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak di xwepêşandanê de axivî û got, “Dixwazin mafê me yê jiyanê û vîna me tune bikin. 30 sal in me vîna xwe teslîmî kesî nekiriye û nakin jî. Hikûmeta Iraqê pirsgirêkên me çareser nake, me naparêze. Em çêkirina bircên li derdora kampê qebûl nakin. Em teslîmî Hikûmeta Iraqê nabin.”

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê dibêje: “Destûr û stratejiya hikûmeta niha ya Iraqê bi armanca parastina hemû penaberên sivîl ên li nav axa Iraqê ye û nîşan dide ku hikûmeta Iraqê rê nade Iraq bibe cihê êrîşan li dijî welatên cîran.”

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê bang li rêxistinên civaka sivîl, aliyên navdewletî û rêveberiya Kampa Mexmûrê kir ku alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikin, û destnîşan kir, ew dixwazin ewlehiya kampê biparêzin û tedbîrên tund ên yasayî li dijî her kesî bigirin ku li dijî berjewendiyên giştî yên Iraqê tevbigere û li Iraqê aloziyan çêke.

Li Kampa Mexmûrê ku di sala 1998an de ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê ve hat avakirin, nêzî 10 hezar kes dijîn û piraniya wan ji ber ku gundên wan di salên 1990an de hatin şewitandin û di bin zextên dewletê de bûn, ji Şirnexê û Colemêrgê koçber bûn.

Berî niha gelek caran Tirkiyê bi hinceta PKKê êrîşên esmanî li ser kampê pêk anîbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 180 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x