Ji Sedr peyamek tund bo Îranê: Deveyê xwe yê li Iraqê lixav bike!

Wezîrê Sedr, Salih Mihemed Iraqî helwêsta Çarçoveya Hevahengiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve wek “bêşerm” bi nav kir û bang li Îranê kir ku “deveyê xwe li Iraqê lixav bike” û hişyarî da ku eger Îran wê yekê neke dê “poşman” bibe û ti sûdeke poşambûnê jî nîne.

31.08.2022, Çar - 14:56

Ji Sedr peyamek tund bo Îranê: Deveyê xwe yê li Iraqê lixav bike!
Nuçe Belav bike

Salih Mihemed Iraqî ku wek “Wezîrê” Muqteda Sedr tê naskirin, îro Çarşembê 31ê Tebaxa 2022an li ser twittera xwe ragihandiye, “hêj xwîna xwepêşanderên aştîxwaz ku bi nerewa û bi guleyên grûpên çekdar ên gemar hatin kuştin, hişik nebûye. Weke bêjî yê hatiye kuştin terorîst e yan ziyonîst e. Weke bêjî Şîe nîne û ti têkiliya wî bi niştiman re tune ye.”

Wezîrê Sedr diyar kir, “Çarçoveya Hevahengiyê û grpên çekdar ên wê bê exlaq in û ola wan tune ye, çimku ew sê guşeyên bê şerm in û nizanin reform û şoreş û aştîxwazî û êşên hemû xelkê çi ne.”

Salih Mihemed Iraqî tekezî li ser wê yekê ku helwêstên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo wî ne ecêb in û got, “Ti deman helwêstên Çarçoveya Hevahengiyê ya bê şerm û helwêstên grûpên çekdar ên bû şerm bo min ecêb nebûne, ku dibêjin berdewam dibin di hola civîna parlamentoyê de bi armanca pêkanîna hikûmeta xwe ya bê şerm.”

Ew amaje bi wê yekê dike ku ew “kêmîne aşiqê gendeliyê û pere û tiştên kirêt e ku bi wan dijî, weke ajelekê ye ku pîsahiyê bixwe û êdî goştê wê jî bi kêrê xwarinê neyê.”

Mihemed Salih Iraqî tekez kiriye, ew kêmîne bi gendeliyê bihêz dibe û tenê carekê de hewl nedaye ku dosyeyeke gendeliyê aşkere bike.

Bi gotina Wezîrê Sedr, “ew (Çarçoveya Hevahengiyê) li dijî reformê û reformxwazan in, ew li ser laşê şehîdên xwe, vekişîna ji parlamentiyê û di xwepêşandanan de dîlanê dikin, weke ku Iraqî nebin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Wezîrê Sedr dibêje, “Ev hevrikî ye, ew twêja gendel jî ku di desthilatê de ye, dema jinavçûnê wê hatiye. Li vir jî eger ew şînê neragihînin, bila êdî min û tevgerê (Tevgera Sedr) wek dijminê xwe yê yekemîn bibînin, lê dûr ji tundûtîjî û kuştinê.”

Wezîrê Sedr di dawiya peyama xwe de bang li Îranê jî dike û dibêje, “Ez ji Îrana cîran re dibêjim, bila deveya xwe li Iraqê girêbide, eger na ti sûdeke poşmaniyê nabe.”

Piştî du rojan şer û pevçûnên çekdarî li navçeya Kesk a Bexdayê di navbera alîgirên Muqteda Sedr û çekdarên Çarçoveya Hevahengiyê de, duh 30ê Tebaxê alîgirên Sedr li ser fermana wî dawî li çalakiyên xwe anîn û navçeya Kesk a Bexdayê û qada xwepêşandanan vala kirin.

Li gor Wezareta Tendirustiya Iraqê jî, di du rojên şer û pevçûnan de 20 kes hatine kuştin û 380 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x