Kazimî bo artêşê: Di dema hebûna destdirêjiya ser axa Iraqê de di amadebaşiyê de bin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji artêşa welatê xwe daxwaz kir, di vê qonaxê de bala xwe bidin zanyariyên îstixbaratî û asta perwerdeya serbazî jî bilind bik

21.07.2022, Per - 15:07

Kazimî bo artêşê: Di dema hebûna destdirêjiya ser axa Iraqê de di amadebaşiyê de bin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji artêşa welatê xwe daxwaz kir, di vê qonaxê de bala xwe bidin zanyariyên îstixbaratî û asta perwerdeya serbazî jî bilind bikin, bi awayekî berdewam di dema hebûna gefa teror û destdirêjiya bo ser axa Iraqê de, di amadebaşiyê de bin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî serperiştiya civîneke ligel serkirdeyên ewlehî û serbazî yên Wezareta Berevaniyê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Mistefa Kazimî di civînê de bal kişand ser rola artêşa Iraqê û got, ji destpêka ragihandina kabîneya wî ve, ji bo damezrandina saziyeke serbazî ya bihêz, piştevaniya artêşê kiriye, da ku bi vê rêyê sînorên Iraqê û welatiyên wê parastî bin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber binpêkirinên duh ên li Zaxoyê, divê artêş di perwerdeyê de berdewam be û pêwîstiyên wê werin dabînkirin, da ku di dema hebûna destdirêjiyê de, ji bo rûbirûbûnê amade be.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x