Kemal Kerkûkî: Serkeftina Pirdê pozbilindiya dijmin şikand

Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûkî gotarek li ser şerê Pirdê nivîsiye. Kemal Kerkûkî di wê gotara xwe de gotiye, şerê Pirdê û serkeftina Pêşmerge di wî şerî de dersek da dagîrkeran ku ti carî ji bîra wan naçe.

22.11.2017, Çar - 09:05

 Kemal Kerkûkî: Serkeftina Pirdê pozbilindiya dijmin şikand
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Pêşmerge li Eniya Rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûkî dibêje, serkeftina Pêşmerge di şerê Pirdê de pozbilindiya dijmin ya ku ji ber xiyanetê bi dest hatibû, hat şikandin.

Kemal Kerkûkî her wiha gotiye, di şerê Pirdê de tevahiya pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge amade bûn şehîd bibin lê keramet gelê kurd û Kurdistanê neşkê.

Di berdevamiya axaftina xwe de wî fermandeyê Pêşmerge aniye ziman ku serkeftinên Pêşmerge li Pirdê, Mehmûdiye, Zûmar û Mexmûr bû sebeba wê ew pozbilindiya dijmin ya ku bi alîkariya grûpa xiyaneta 16 Cotmehê bi dest hatibû, were şikandin.

Hêzên Pêşmerge roja 20 Cotmeha îsal li nahiya Pirdê ya Kerkûkê êrişeke mezin ya Heşda Şeibî, pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanê şikandin. Wan bi çek, tank û topên Amerîkî êrişî Pêşmerge kirin lê rastî bersivek tûj hatin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x