Koalîsyon: Wê hêzên Amerîkî tevekî Iraqê werin belavkirin

Piştî ku leşkerên Amerîkî ku 40 wesayîtên zirxî li Kerkûkê bicihbûn îro jî komek leşkerên Amerîkî hatin, li navçeya Xurmatû bicihbûn.

02.12.2017, Cts - 10:39

Koalîsyon: Wê hêzên Amerîkî tevekî Iraqê werin belavkirin
Nuçe Belav bike

Îro şemiyê 2/12/2017an, Havpeymana Navdewletî armanca belavkirina sedan serbazên Amerîkî li derdora Kerkûkê eşkere kir û got: "Ew amadekariyek e ji bo qonaxa dahatî û rêgirtin e li pêşya nakokiyan li sînorên parêzgeha Kerkûkê û Xurmatû."

Peyvdarê Hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ'ê Rayan Dîlin got: "Çûna hêzên Amerîka di çarçoveya hêzên hevpeymana navdewletî de ji bo serbazgeha K1 li Kerkûkê, bi hevrêzî bû li gel hêzên Iraqî û hevpeymana navdewletî wê ji nû ve hêzên xwe li tevahiya navçeyên Iraqê belav bike".

Her wiha Dillon di berdevama daxuyaniya xwe de dibêje ku, armanca bicihbûna leşkerên Amerîkî li van herêman ew e ku li van herêman pêşî li gengeşeyan were girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1006 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x