Koma Çekdarên ku deverên Kurdistanê belavbûne kî ne?

Hat ragihandin ku grûbeke çekdarên nenas li Kurdistanê peyda bûne û hejmara wan jî zêdetirî 500 kesî ye û li rêzeçiyayên Xurmatû û Kifriyê belav bûne.

22.11.2017, Çar - 08:38

Koma Çekdarên ku deverên Kurdistanê belavbûne kî ne?
Nuçe Belav bike

Li Kurdistanê grûbeke çekdarên nenas peyda bûye û hejmara wan ji 500 kesî jî zêdetir e. Hê jî nayê zanîn bê ev grûba çekdar kî ne û girêdayîn kîjan rêxistinê ne. Derheqê vê grûbê de gelek çîrok hatine belavkirin ku hinek dibêjin îranî, YNKeyî, PDK'eyî, DAIŞ'î û hêzên nêzîkî Iraqê ne.

Li gorî şêniyên herêmê ev grûba çekdar xwe ji bo çalekiyên mezin amade û perwerde dikin. Ev grûba ku hejmara wan zêdetirî 500 kesan e, bajarokê Zinane ya Kifrîyê û hemû gundên van çiyayan jî kontrol kirine û dest danîne ser bîreke petrolê jî.

Kazim Adilê ku yek ji niştecihê gundê Zinanê ye û ew grûba çekdarên nenas dîtiye dibêje: "Di nava wan de Kurd hene, Ereb hene, İngîlîz hene, bi hemû zimanan diaxivin. Niha ev herêm di bin kontrola wan de ye û li vir ti hêzek jî nîne pêşiya wan bigre û nehêle werin van deran. Bi şev derdikevin û hatinçûnê dikin. Min li van deran gelek caran dîtin."

Adil di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Hinek dibêjin sunî ne, bi rîh in û rengê DAIŞ'iyan didin. Hinek dibêjin Kurd in û ser bi YNK'ê ve ne. Hinek dibêjin ser bi PDK'ê ve ne. Hinek jî dibêjin ser bi Îranê ne û hêza Nûrî Malîkî ne. Hemû tiştek li ser wan tê gotin lê kes jî rastiyê nizane."

Tê gotin ku li gorî zanyariyan ew çekdar xwe di nava vê zincîra çiyayê de vedişêrin û dema dixwazin derdikevin digerin. Herwiha li gundê Pelkaneyê jî dest danîne ser bîreke petrolê. Nîştecihên gundan jî nizanin ka ev grub ser bi kî ne û di paşerojê de çi bikin.

Her wiha li gorî nûçeya malpera Rûdawê dibe ev çekdar DAIŞiyên ku ji rêxistinê veqetiyan bin. Heta niha gelek caran şivanên herêmê jî ew çekdar dîne, lê newêrin behsa wan ji kesî re bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:46:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x