Bi tevê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareseriya nakokî û pirsgirêkan çend carekê daxwaza guftugoyê li hikûmeta Iraqê kiriye lê heta niha Bexdayê ti bersiveke fermî nedaye vê bangê. Parlamenterekî Dewleta Yasa ya Parlamentoya Iraqê îdîa kir, ku Bexda û Hewlêr bi awayekî nehênî civînan dikin. Parlamenterekî kurd jî ev agahî piştrast kir.
Parlamenterê Dewleta Yasa Kamîl Zeydî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Guftugoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayeke nepenî berdewam dike. Encamên van danûstandinan jî baş in.”
Rênas Cano jî ev hewldan piştrast kir.
Rênas Cano ji Rûdawê re ragihand: “Hevdîtin ne nepenî ne lê ji bo pêşiya destwerdanan were girtin û prose bi serkeftî be, li dûrê çavê medyayê guftugo tê kirin. Bi tevê hewldanên herêmî û navdewletî danûstandin berdewam dikin. Lê belê, heta niha jî hikûmeta Iraqê weke tê xwestin bersiva destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye. Herwiha, roj bi roj zêdetir mercan datîne. Bi nêrîna min sedema vê jî nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî ye.”
Cano di wê baweriyê de ye, ku di demekê nêzîk de Bexda dê bikeve bin guvaşa navxwe û navdewletî ji bo destpêkirina diyalogan û diyar kir: “Pêngava herî nû jî ew bû, ku qebûl kirin parlamenterên PDK'ê vegerine parlamentoyê, ku ji ber beşdarbûna giştpirsiyê biryara girtina wan hatibû dayîn.”
Her wiha di derbarê vê mijarê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya dawîn de ragihand, ku bila alî danûstandinan bikin.
Piştî bûyera 16'ê Cotmehê, Amerîka û welatên Ewropayê banga diyalogê li Hewlêr û Bexdayê dikin. Herçend Hewlêrê çend caran ragihandiye, ku ew amade ne dest bi danûstandinan bikin lê heta niha jî Bexdayê ti bersivek nedaye û hevdîtineke siyasî ya eşkere jî nehatiye encamdan.