Letîf Reşîd: Tevgera Sedir li hikûmetê beşdar e

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li ser beşdariya Tevgera Sedir di proseya siyasî de ragihand: “Tevgera Sedir di nav hikûmetê de ye.”

11.03.2023, Cts - 11:03

Letîf Reşîd: Tevgera Sedir li hikûmetê beşdar e
Nuçe Belav bike

Letîf Reşîd di hevdîtineke televîzyonî de ragihand: “Tevgera Sedir di nav hikûmetê de ye, ez bawer nakim ku ti aliyekî siyasî ya li Iraqê rêgirî li aliyekî din bike, da ku di hikumraniyê de beşdar nebin.”

Serokomarê Iraqê destnîşan kir: “Tevgera Sedir, ligel hemû rêza min ji bo wan heye ku ji parlamentoyê vekişiyane, lê belê di nav hikûmetê de û çendîn berpisrên wan di nav dezgehên welat de kar dikin û rêz li wan hatiye girtine û kesên bi şiyan in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:16:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x