Li Besrayê di navbera du grûpên milîsên Şîe de şer derket

Şeva bihorî li bajarê Besra li başûrê Iraqê di navbera çekdarên Esayib Ehlulheq û Seraya el-Selam de şer derket, û li gor amarên destpêkê kuştî û birîndar hene, herwiha têkildarî bûyerê hejmarek kes jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

01.09.2022, Per - 09:16

Li Besrayê di navbera du grûpên milîsên Şîe de şer derket
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji polîsê Besrayê ji nûşegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn re ragihandiye, duh bi şev dema karwaneke serbazî ya çekdarên Seraya el-Selam li ber baregeheke Esayib Ehlulheq re li nava taxa Biraziye ya bajarê Besrayê derbas bûye, çekdarên Esayib Ehlulheq teqe li wan kirine û wan jî bi teqekirinê bersiv daye û di navbera wan de şer derketiye.

Heman çavkaniyê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike, diyar kir ku di encama şer de du çekdarên Esayib Ehlulheq hatine kuştin û du çekdarên din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê, “hêzên taybet ên Iraqê yên ji Fireqya Swat li nava bajêr hatine belavkirin, û rê li liv û tevgera serbazî hatiye girtin. Herwiha daye xuyakirin, li beşek ji taxan û bi taybetî li nêzîkî Koşka Serokatiyê qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin, lê dengê teqekirinê her tê bihîstin û rewş hêj aloz e.”

Parêzgarê Besrayê Eseed el-Îdanî ji medyaya Iraqê re ragihandiye ku rewş li parêzgeha Besrayê di bin kontrolê de ye û hêzên ewlekariyê li wê parêzgehê belav bûne.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de amaje bi hebûna şer û pevçûnan li bajarê Besrayê kiriye û diyar kiriye ku rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin, lê belê “kuştî û birîndar hene.”

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha destnîşan kiriye, “li ser torên civakî derbarê bûyera emnî û têkçûna rewşa emnî ya li Besrayê nûçeyên cuda tên belavkirin, lewra em zelal dikin ku mijar wiha ye; bûyereke kuştin û birîndarkirinê hebûye, hêzên ewlehiyê hejmarek gumanbar desteser kirine û erkê xwe pêk tînin.”

Di daxuyaniya xwe de Şaneya Ragihandina Emnî ragihandiye, ku derbarê bûyera li Besrayê lêkolîn hatiye destpêkirin, rewş ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin û bi belavkirina hêzên ewlehiyê li tevahiya parêzgehê rewş aram bûye.


Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x