Li Hemdaniya Neynewayê agir bi holeke ahengan ket: 113 mirî û bi sedan birîndar hene

Li qezaya Hemdaniye ya başûrê rojhilatê Mûsilê şewat di holeke dawatan de derket, herî kêm 113 kesan canê xwe jidest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

27.09.2023, Çar - 05:54

Li Hemdaniya Neynewayê agir bi holeke ahengan ket: 113 mirî û bi sedan birîndar hene
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Tenduristiyê ya Nînowayê da zanîn ku di şewata şeva borî de herî kêm 113 kes mirin, bi sedan birîndar hene.

Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihand ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.

Piraniya şêniyên Hemedaniyeyê Xiristiyan in û nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemerî destnîşan kir ku dawet a malbateke Xiristiyan bû.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber agirbaziyê (fîşekên hewayî) derketiye. Berê agir girtiye eqda holê û piştre jî li holê îzdîhameke mezin çêbûye.

Kesên li cihê bûyerê ji got ku li hola dawetê herî kêm 1000 kes hebûne.

Dr. Ehmed Duberdanî jî amaje pê kir ku li hola dawetê herî kêm 800 kes hebûn.

Birînên 60 birîndarî xedar in

Duberdanî herwiha diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya 60 birîndarî ne baş e û bi egereke mezin dê hejmara miriyan zêdetir bibe.

Dr. Ehmed Duberdanî got ku 82 cenaze gihane Tiba Dadî ya Mûsilê û tîman 86 birindar jî veguhastine Mûsilê.

Duberdanî herwiha anî zimên ku 16 birîndar li Hewlêrê tedawî dibin û laşên piraniya miriyan bi temamî şewitîne.

Hewlêr seferber bûye

Li Hewlêrê tîmên tenduristiyê li nexweşxaneyan ji bo birîndaran seferber bûne.

Heta saet 04:00ê sibehê 10 birîndar gihabûn Hewlêrê ku hinek ji wan zarok in.

Hat ragihandin ku birînên van 10 kesên ku li Hewlêrê tedawî dibin dijwar in.

Duberdanî dabû zanîn ku li Hewlêrê 16 birîndar tedawî dibin.

Hola dawetê wêran bûye

Li aliyê din, hola dawetê ya ku şewatê lê rû daye bi temamî wêran bûye û çarenûsa gelek kesên li dawetê heta niha jî ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:27:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x