Li Iraqê di bûyereke trafîkê de 16 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê di bûyereke trafîkê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî bi giranî birîndar bûn.

02.09.2023, Cts - 09:14

Li Iraqê di bûyereke trafîkê de 16 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Rêveberê Tendirustiya Parêzgeha Selahedîn Xalid Burhan ji medyaya Iraqê re ragihand, ji ber bûyereke trafîkê ku di navbera Duceyl û Samera de rûda, 16 ziyaretkaran canê xwe ji dest dan û 13 ziyaretkar jî birîndar bûn.

Xalid Burhan diyar kiriye ku piraniya wan kesên ku di bûyera trafîkê de canê xwe ji dane, ziyaretkarên Îranê ne û ji bo Çileya Îmam Husên hatibûn Iraqê.

Li gor gotina Rêveberê Tendirustiya Parêzgeha Selahedîn birîna beşek ji wan ziyaretkaran giran e û bo nexweşxaneyên Selahedîn û Bexdayê hatine veguhestin.

Roja Pêncşemê 29ê Tebaxa 2023an, Rêveberê Nişîngeh û Pasaportê yê Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran, Salar Tehsîn ji Kurdistan24ê re ragihand, ji 18ê mehê heta niha nêzîkî 60 hezar kes ku piraniya wan ziyaretkarên Şîe yên Îranê ne, bi rêya Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Hacî Omeran ve çûne bajarên başûrê Iraqê ji bo beşdariya Çileya Îmam Husên.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x