Li Iraqê hikûmeta nû di nava 72 seetan de ava dibe

Berdevkê Koalîsyona Hikmeta Netewî ya Emmar el Hekîm piştgirî dida Muhammed Cemil Meyyahî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava 72 seetan wê hikûmeta nû ava bibe.

21.05.2018, Pts - 06:48

Li Iraqê hikûmeta nû di nava 72 seetan de ava dibe
Nuçe Belav bike

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê de Koalîsyona Saîrun ku Muqteda Sedr piştgirî dida yekemîn, Koalîsyona el Feth ku Heşda Şeibî piştgirî dida duyemîn, Koalîsyona Nasr ku Heyder Ebadî serokatiya wê dikir sêyemîn û Koalîsyona Hikmeta Neteweyî ku Emmar el Hekîm dikir jî bibû çaremîn.

Muhammed Cemil Meyyahî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava 72 seetan de her çar koalîsyon ku ji Saîrun, Feth, Hikmeta Netewî û Nasr pêk tê wê hikûmeteke nû ava bibe."

Herwiha şevê din Muqteda Sedr ji Necefê çû Bexdayê û li Qesra Serokwezîrtiyê bi Heyder Ebadî û Serokê Koalîsyona Fethê Hadî Amirî île hevdîtinek pêk anî.

Li gor hinek îdîayan Muqteda Sedr bi şertekî serokwezîrtiya duyemîn a Ebadî qebûl kiriye û şertê wî jî divê ji Partiya Dawa Îslamî îstîfa bike û nayê zanîn Ebadî wê çi bersivê bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x