Li Iraqê metirsî mezin dibe; aliyên Şîe rû bi rûyê hev dibin

Muqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li hemû parêzgehan demjimêr 17.00 dakevin kolanan û dest bi grevê bikin

01.08.2022, Pts - 14:27

Li Iraqê metirsî mezin dibe; aliyên Şîe rû bi rûyê hev dibin
Nuçe Belav bike

Muqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kir ku li hemû parêzgehan demjimêr 17.00 dakevin kolanan û dest bi grevê bikin. Ev bangewaziya Muqteda Sedir piştî vê yekê hat ku Çarçoveya Hevahengiyê jî daxwaz ji alîgirên xwe kiribû îro demjimêr di heman demê de dest bi xwepêşandanê bikin bo parastina saziyên dewletê û proseya destûrî.

Tevgera Sedir jî daxwaz ji alîgirên xwe kir ku saet 17.00 derkevin xwepêşandanan, piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê biryar derketina meydanan da.

Tevî wan bangewaziyan hêzên ewlekariyê li Iraqê hatine belavkirin bi taybetî li nêzî navçeya Kesk û cadeyên ku diçin vê navçeyê û hin cadeyên di nava Bexdayê de jî hatine girtin.

Muqteda Sedir dibêje ew derfeteke bo guhertinên bingehîn li Iraqê ku Çarçovê hevahengiyê dê yekê weke “derbeya li ser gel û dewlet û saziyên wê” dide zanîn.

Serokê Rêkxistina Bedir Hadî el-Amirî daxwaz dike Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê bihna xwe ferih bikin û rewş ber bi aloziyeke zêdetir ve nebe.

Serokê Rêkxistina Bedir Hadî el Amirî di daxuyaniyekê de ragihand, di çaçrovê daxuyaniyên dijber ku xelkê han didin ber cadeyan ve biçin, û dibe ku ji kontrolê derkeve û tundûtîjî derbikeve.

Hadî Amirî daxwaz ji Rewta Sedir û Desteya Hevahengiyê dike, lojîka aqil û kontrolkirina bikar bînin û bi xwîn germî tev negerin, berjewendiya welat û xelkê pêş bixin bi rêya diyaloga cidî û avaker, da ku bigihin çareseriyekê ji xalên ku herdû alî li serê nakok in, ji ber ku xwîna Iraqiyan gelekî hêjaye.

Hêz di nava Bexdayê de hat belavkirin

Tevî amadekariyên du aliyên Şîe ji birêvebirina xwepêşandanan re, amadkariyên hêzên emnî li Bexda zêde bûne.

Hêzên ewlekariyê li derdora pira Mueleq hatine bicîkirin, berbestên konkrêtî li ser pirê hatine danîn

Herweha hêzên ewlekariyê li derdora navçeya kesk û li ber deriyên wê bicih bûne, deriyên navçeya Kesk girtine, herwiha wezaret û saziyên giring ên Iraqê dosyeyên xwe li nava bargeh û wezaretan de derxistine ku di dema her bûyerekê de parastî bimînin.

Li gorî agahiyan hêzên ewlehyê pira Mueleq girtine, hêzeke mezin a serbazî li derdora wê bicih bûye, herwiha hêza leşkerî ya mezin li navçeya Kerrade belav bûne û bi rêya berbestên konkreti tevhiya riyên ku diçin ser pira Mueleq girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 453 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x