Li Kerbelayê mezargeheke pîroz hilweşiya

Ji bo rizgarkirina kesên ku di bin kavilê Mezargeha Îmam Elî Bin Ebû Talib de asê mane xebat hatin destpêkirin û heta niha 4 term û 6 birîndar ji bin kavil hatine derxistin.

22.08.2022, Pts - 06:27

Li Kerbelayê mezargeheke pîroz hilweşiya
Nuçe Belav bike

Mezargeha Îmam Elî Bin Ebû Talib Katara ya ji bo Şîeyan pîroz e, li Kerbelayê ku 120 kîlometre dikeve başûrê Bexdayê, roja Şemiyê 20ê Tebaxa 2022yan beşekê wê hilweşiya.

Derbarê bûyerê de Rêvebirê Giştî yê Berevaniya Sivîl a Iraqê Kazim Selman Buhan got: “Em di wê baweriyê de ne ku di binê erdê ku mezargeh li ser hatiye çêkirin de valahî heye. Em hêj nizanin ka çend kes di bin de asê mane.”

Rêveberiya Berevaniya Sivîl di daxuyaniya xwe de dibêje: "Agahiyên destpêkê nîşan didin ku sedema hilweşandina mezargehê, ji ber şilbûna diwarê li kêleka mezargehê bûye."

28 tîm ji bo rizgarkirina kesên di bin kavil de mane dixebitin. Hin şahidhal diyar dikin ku 8 an 10 kes di bin kavilên mezargehê de mane.

Ji şahidan Seccad Mûsa jî wiha got: “Ez li vir xizmeta ziyaretvanan dikim. Kevirên mezin li beşa hilweşiyayî ketin. Di hundir de 10 kes hene. Tîmên Berevaniya Sivîl hewl didin wan rizgar bikin.”

Endamê tîma Berevaniya Sivîl Ehmed Hayan jî got ku wan pêwendî bi kesên di hundir de asê mane kirine, av û oksîjen dane wan, lê ew hejmara wan a rast nizanin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îraqî îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand, 4 tarm û şeş kesên birîndar ji bin kavilên mezargeha Îmam Elî Bin Ebû Talib hatine derxistin.

Mezargeha Îmam Elî Bin Ebû Talib Katara ku 30 kîlometre dikeve başûrê Kerbelayê, cihê ku herî zêde Şîe di Muherremê de serdan dikin e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:31:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x