Li Necefê teqînek pêkhat: 5 kuştî, 7 birîndar

Li embarekî çek û teqemeniyê ya Hêzên Seraya Selam ên li parêzgeha Necefê teqîn pêkhat û li gor agahiyan 5 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

08.08.2022, Pts - 09:02

Li Necefê teqînek pêkhat: 5 kuştî, 7 birîndar
Nuçe Belav bike

Îro 08.08.2022yê çavkaniyekî ewlehiyê li Necefê ragehand, embarekî çek û teqemeniyê ya milîsên Seraya Selam a ser bi Heşdî Şeibî teqiya ye û ji ber wê 5 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê ragehand, li gor lêkolînên destpêkê sedema teqînê ji ber bilindbûna pileyên germê û xirab rakirina çek û teqemeniyan bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:08:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x