McGurk: Wê Pêşmerge beşdarê operasyonê bibe

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk da zanîn, ku dê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona kontrolkirina Hewîceyê bibin.

05.08.2017, Cts - 07:49

McGurk: Wê Pêşmerge beşdarê operasyonê bibe
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk, li Washingtonê piştî civînekî daxûyanî da çapemeniyê û ragihand, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi telefonê axiviye.

McGurk da zanîn di pêwendiyên telefonî de mijarê operasyona kontrolkirina Hewîceyê û beşdarbûna hêzan hatiye nirxandin û herwiha hatiye gotin, ku dê pêşmerge beşdarî operasyonê bibe.

Brett McGurk daxuyakirin, ku ji destpêka şerê DAIŞê heta niha Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de rahênan bi 100 hezar endamên hêzên ewlekariya Iraqê û herwiha 50 hezar endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.

Derbarê rewşa Iraqê de jî McGurk got: “Operasyona Mûsilê bidawî bûye. niha kar li ser ji nûve avakirina bajêr û vegera koçberan tê kirin.”

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de derbarê Reqayê de ragihand: “Heta niha ji sedî 45ê bajêr hatiye kontrolkirin. Nêzîkî 2 hezar terorîstên DAIŞê li bajêr mane. Ji niha ve plana piştî kontrolkirina Reqayê hatiye amadekirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x