Îro danê sibê çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û çekdarên Hizbullaha Lubnanê êrişî çeperên Pêşmerge yên li devera Sihêla, Zumar, Pirdê û Mexmûrê kirin lê tevahiya êrişên wan hatin şikandin.
Şikestina Heşda Şeibî li hember Pêşmerge di medyaya Iraqî de jî deng veda. Malpera bi navê “Bexdad Yewm” bi awayekî bi lez ragihandiye ku milîsên Heşda Şeibî di şerê îro de li hember Pêşmerge derbên giran xwarin û paşve vekişiyan.