Mezintirîn gora qurbaniyên destê DAIŞê li Neynawayê tê vekirin

Hikûmeta Îraqê daxwaza pişkinîna DNA ji kesûkarên qurbaniyan dike

29.05.2024, Çar - 10:11

Mezintirîn gora qurbaniyên destê DAIŞê li Neynawayê tê vekirin
Nuçe Belav bike

Piştî deh salên bendemanê, gora bikom a Elo Enter li sinorê bajarkê Telehferê li Deşta Neynawayê tê vekirin û çavê welatiyên Êzidî li wê gorê ye ji bo ku bi rufatên piraniya qurbaniyên xwe şa bibin. Şêwirmendekî Serokwezîrê Îraqê jî daxwaza pişkinîna DNA ji kesûkarên qurbaniyan dike ji bo ku ew rufat bên naskirin.

Mezintirîn gora bikom a qurbaniyên destê çekdarên DAIŞê li nêzî bajarkê Telehferê tê vekirin. Hejmareke zêde ya welatiyên Êzidî, ku heta niha çarenivîsa hejmareke zêde ya endamên malbatên wan diyar nîne, bi kincên reş û girî ve li dor çala Elo Enter kom bûye ku tê texmînkirin gelek welatiyên Êzidî di wê çalê de hatibin binaxkirin.

Çala Elo Enter yek ji wan mezintirîn gorên bikom e yên ku tawanên DAIŞê diselimînin. Di wê demê de DAIŞê ku parêzgeha Neynawayê kontirol kiribû, zêdetirîn tawanên gulebarankirina welatiyan di wê çalê de hatine kirin. Kesûkarên qurbaniyên destê DAIŞê jî dixwazin bi zûtirîn dem ew gor bê vekirin û pişkinînên naskirinê ji rufatên qurbaniyan re bên kirin.

Piştî derbazbûna deh salan li ser tawana jenosîdkirina welatiyên Êzidî li ser destê çekdarên rêkxistina DAIŞê, ji nû Hikûmeta Îraqê û rêkxistinan dest bi vekirina wê gora bikom kiriye û ji ber zêdehiya hejmara hestiyên qurbaniyan nizanin hejmara rufatan çend e.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Zêdan Xelef di vî warî de got, “Heta niha hejmara qurbaniyan nehatiye diyarkirin lê pêştir ji aliyê medyayan ve hatibû belavkirin ku qaşo bi sedan rufat di wê gora bikom de hene. Di nav wan de jî jin, zarok, ciwan û danemir hene ku çekdarên DAIŞê ew gulebaran kirine û avêtine nav wê çalê, lewma jî em daxwazê ji kesûkarên qurbaniyan dikin ku pişkinîna DNA bikin ji bo ku ew rufat bên naskirin”.

Ji piştî azadkirina bajarê Mûsilê û Deşta Neynawayê ji destê çekdarên DAIŞê heta niha, 61 gorên bikom ên qurbaniyên destê DAIŞê hatine vekirin û nêzî 240 rufatên qurbaniyan bi kesûkarên wan hatine dan, lê hêşta çi ji çarenivîsa hejmareke zêde ya revandiyên Êzidî nehatiye zanîn û tê texmînkirin ku piraniya welatiyên Êzidî yên winda di wê gora bikom de bin.

Çala Elo Enter dikeve bakurê rojavayê bajarkê Telehferê, kûratiya wê 15 metr e. Bi gotina şahidan, ew yek ji mezintirîn gorên bikom ên qurbaniyên destê DAIŞê ye û tê texmînkirin ku nêzî du hezar kesan tê de hatibin binaxkirin ku piraniya wan welatiyên Êzidî, parek Şîeyên Telehferê û hejmarek jî Suneyên bajarê Mûsilê bin.

Tevî dijwariya vekirina wê gorê ji ber baranên deh salên borî, biryar e di dema çar mehan de ew pirose bê bidawîanîn.

Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x