Muqteda Sedir: Rewşa Iraqê dê mîna ya Sûriye û Yemenê bibe!

Serokê bizava Sedir ya Iraqê, Muqteda Sedir serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî tehdîd kir û ragihand, eger ew dest ji kar bernede rewşa Iraqê dê mîna ya Sûriye û Yemenê bibe!

30.10.2019, Çar - 10:42

Muqteda Sedir:  Rewşa Iraqê dê mîna ya Sûriye û Yemenê bibe!
Nuçe Belav bike

Serokê bizava Sedir ya Iraqê, Muqteda Sedir di peyamekê de bersiva wan aliyan da yên ku dibêjin eger serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berde dê rewş aloztir bibe.

Muqteda Sedir, ku ev çend roj in ji Îranê vegeriyaye, gef li Adil Ebdulmehdî xwariye û gotiye, eger ew dest ji kar bernede rewşa Iraqê dê mîna ya Sûriye û Yemenê bibe!

Wî mezinê şîeyên Iraqê her wiha gotiye, êdî ew bi wan alî û partiyên ku li dijî dest jikarberdana Ebdulmehdî ne, rêkeftin û tifaqê nakin.

Kurd û beşek ji şîe û sunniyên Iraqê dibêjin, eger Adil Ebdulmehdî di vê demê de dest ji kar berde rewş dê aloztir bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:31:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x