Muqteda Sedir serdana Sîstanî kir
Di serdanekî ku berê nehatî ragehandin de, rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir serdana mala merciya şîeyên Iraqê Elî Sîstanî kir.
Li gor çapemeniya Iraqê, çûna Sedir a ji bo mala Sîstanî bi armanca beşdarî kirine li merasîma matema îmam Husên a meha Muherremê û bibîranîna şehîd kirina wî.
Sedir naha pêşengtiya nerazîbûn û xwepêşandanên herî mezin li dijî hêzên din ên siyasî yên şîe li ser pêkanîna hikûmetê dike.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 670 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:08